Serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Re`îsî” bilindbûna nirxan di Îranê de bê heger dide zanîn û ji aliyekî din ve jî, berpirsê berê yê Banka Navendî wî “Sultanê çapkirina pere” binav dike.
Serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Re`îsî”, li derheq bilindbûna nirxên hewcehiyên jiyana xelkê de gotiye: “Bilindbûna nirxan ti hegerek tinîne û ew nîgeraniya xelkê bi sedema azadbûna bazarê ye”! Ew gotinên Îbrahîm Re`îsî di halekê de ye ku, serokê berê yê Banka Navendî a rejîma Îranê “Ebdulnasir Himmetî” bas ji çapkirina zêdetir ji 142 hezar milyard Tumen pere li sala 1400`an a Rojî de kiriye.
Çapa perê bê piştevan, nebûna kontrola bazaran, gendelî, derkevtina dahata xelkê ji Îranê, kêr nehatîbûna berpirsan û bi 10`an pirsgirêkên din bi gelemperî bûne sedema enfilasiyonek wiha dijwar ku, bi hêsanî nayên çareserkirin û berpirsên rejîma Îranê tevî kêr nehatîbûn û lawaziya birêveberiyê, bi dana siloganên çewt, hewla xapandina xelkê û aramkirina rewşa aloz a Îranê didin.