Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îbrahîm Reîsî bo tejîkirina kêmiya bûdcê, hiqûqê mamostan kêm dike

12:33 - 25 Tebax 2021

Îbrahîm Reîsî di yekem pêngava bo dabînkirina kêmiya bûdcê, biryar daye ku hiqûqê mamostayan û beşeke malnişînkiriyan ku biryar bû ji dahata “Saziya Dabînkirina Civakî” dabîn be, nede wan.

Pêka biryarên kabîneya Rûhanî beşek ji dahata bo dana hiqûqê malnişînkiriyan hatibû diyarîkirin ku heta niha nehatiye dan, û herwisa berpirsê nû yê Saziya Dabînkirina Civakî, “Mesûd Mîrkazimî” gatiye ku heta zêdekirina hiqûqê mamostayan neyê hilveşandin em ti hiqûqekê nadine mamostayan.

Bi wî awayî parek ji dahata Saziya Dabînkirina Civakî bi malnişînkiriyan û mamostayan nayê dan û pêka gotinên nefermî, “Îbrahîm Reîsî” dixwaze ji wê dahatê bo dabînkirina parek ji kêmiya bûdcyê mifahê verbigre.

Îbrahîm Reîsî ku ji dema Serkomariya xwe de rastî pirsgirêkên micid bûye, heta niha ti bernameyek tinebûye û bername û rêkarên dema Serkomariya “Hesen Rohanî” berdewam in.

Pirsgirêkeke din ya “Îbrahîm Reîsî” dana hiqûq e ku heta niha ti bernameyek jêre tinîne.