Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îbrahîm Reîsî di serdana xwe ya parêzgeha Îlamê de îdiayên bê bingeh kirine

12:08 - 25 Îlon 2021

Serkomarê Rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” serdana parêzgeha Îlamê kir û îdia kir: “Divê beşa ticareta me digel welatên deverê zêdetir ji 50 milyard Dolar be”!

Serkomarê Rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” di serdana parêzgeha Îlamê de îdia kiriye ku beşa %2 a Îranê ji ticareta deverê dibe bigihîje bi 50 milyard Dolaran lê wî berpirsê rejîmê, rêkar û rêçareyên gihîştin bi wê rêjeyê rohn nekirine.

Herwisa Serkomarê rejîmê gotiye ku jêrxanên parêzgeha Îlamê bi awayekî bêne birêvebirinê ku heta bibe bi korîdor û rêyeke vekirî bo pêwendî digel Îraqê, lê wî Serkomarî ti basek ji rêkar û rêçareyên hewce bo vê geşedanê nekiriye û wekî gotinên berpirsên berê bi tenê îdia û sozên çewt in.

Parêzgeha Îlamê tevî pirsgirêkên gelek micid ên kêmbûn an nebûna hewcehiyên jiyana bajar û gundan wekî av, avero, xizmetkariyên bajarvaniyê, nexweşxane, park, dibistan û zanîngeh, derman û çendîn pirsgirêkên gelek micid ên din, bilindtirîn rêjeya bêkarî û bêbeşî di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de heye.

Xelkê Îlamê bi sedema cudatîdanîn û guhnedana berpirsan û neşiyana birêveberên wê parêzgehê, rastî jiyaneke gelek dijwar hatiye û neft, gaz, kangeh û darayiya wê parêzgehê bo berjevendiyên rejîma Îranê têne talankirin.