Serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” di kombûna digel mamostayên Olî yên Sune mezheb de daye zanîn: “Şîeyên Înglîsî û Suneyên Amerîkayê, her du aliyê sikeyekê ne û li dijî yekîtiya cihana Îslamê ne.”
Binav Serkomarê Îranê, Şîeyên Înglîsî û Suneyên Amerîkayê bi fitneçêker di nav ola Îslamê de dizane.
Eva jî di halekê de ye ku xwedê rejîma Îranê ji bo mifahvergirtin ji îdolojiya Îslamê bo serkuta xelkê bikar tîne û bi afirandina dehan girûpên terorîstî di bin navê mezheba Şî`e de tev dever aloz kiriye.
Her di vê derheqê de, berê jî rêberê rejîma Îranê Elî Xamineyî, Şîeyên Înglîsî û Suneyên Amerîkayê “bi du aliyên meqesê” dabû zanîn.
Îbrahîm Reîsî ku xwe yek ji tawanbarê serekî yê tundajoyê rejîma Îranê ye, gotiye: “Em divê haydarê derzkirina hizrên tekfîrî û selefî di Îranê de bin.”
Di rastiyê de rejîma Îranê heta niha mijara “Ol” wekî emrazekê bo birêvebirina siyasetên xwe bikar aniye û di afirandina fitneyan de wekî taktîkek bi kar aniye.