Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îdareya ava parêzgeha Urmiyê bi bê îzna xelkê baxçeyên wan kolane

11:10 - 6 Çirriya paşîn 2021

Xelkê gundê Noşan a bjarê Urmiyê ragihandine ku karbidestên îdareya av ya parêzgeha Urmiyê bi bê îzna xwediyên baxçeyan û bi rêka alavên kolandina ardê, baxçeyên wan bi hêceta radan û qurixkirina tenîşta çemê Bendê  kolandine.

Pêka gotina xelkê, baxeyên mêweyan  mêweyan ên xelkê bi bê îzna xwediyên baxçeyan bi alavên kolanê bi panahiyeke gelek zêde hatine kolandin û beşeke zêde li darên mêweyan ji kokê ve derxistine û herwisa xisareke zêde ya malî bi werzêran daye.

Xelkê wê deverê bi rêya berhemanîna mêweyan hewcehiyên jiyana xwe dabîn dikin û karekî wiha xisareke zêde li wan werzêran daye.

Herwisa hatiye ragihandine: “Îdareya Avê ya Urmiyê bi hêceta radana çemê Bendê û bi rengehiya rabûna lehiyan her aliyê wî çemî bi panahiya 40 metran qurix kirine û dema radanê jî bi tenê li yek alîyî de radidin lê bi sedema avbenda Sîlvana rengehiya rabûna lehiyan tinîne.”

Xelkê gundê Noşanê û çend gundên dinê çendîn sal e ku daxwaz ji îdaye Ava Urmiyê kirine ku bi tenê bi panatiya 20 metran erdên qiraxa çem qurix bike û îznê bi xelkê bide ku ji wan erdan mifahê verbigrin lê heta niha ti bersivek vernegirtine.