
Îdareya Bîme ya kedkarên Bînasaziyê ti girîngiyekê nade hewcehiyên kedkaran û ew pereyê ku wekî bîma bêkariyê dide wan kedkaran, dûr ji şan û kirameta kedkarane.
Roja Çarşemî, 8ê Tîrmehê, Serokê Navenda Seranserî ya civata kedkarên bînasaziyê û endamê hey`eta “Omena”a “çawedêriya civakî”, “Ekber Şoket”, bi awayekî zindî li “Instagram”ê de, ragihand û got: “şan û kerameta kedkaran ku bi salan karferma xercê bîmeya wan daye saziya “çawedêriya civakî”,ew nîne ku bi tenê 300 heya 400 hezar tumen perê bêkariyê wergirin”.
Herwisa navbirî ragihand ku, 1 milyon û 200 heya 1 milyon û 300 hezar kedkarên bînasaziyê hene ku 900 heya 950 hezar kes ji wan kedkaran hatine bîme kirin.
Herwisa “Ekber Şoket” got: “Hekî kedkarek bona karkirinê ji bajarekê bo bajarekî dinê here, bîmeya wî qut dikin û ewa jî di demekêdeye ku her di hemen parêzgehê de bûye û rêyeke dûr jî neçûye”.
Berçawnegirtina hewcehiyên kedkarn ji aliyê rejîma Îranê ve, di rewşa belavbûna Korona yê, bêkarî û bênirxbûna perê Îranê, jiyaneke pir dijwar û rewşeke dijvar bo malbatên wan kedkaran afirandiye.