
Îdareya “Emakin” li Bokanê bi awayê zorê givaşê bo dukandaran tîne ku kamêreyên çavedêriyê li dukanên xwe danên.
Li gor zanyariyên giheştine “Kurdistanmedia”yê, heyama çend rojan e ku meimûrên îdareya “Emakin” a Bokanê bi hemû dukanandaran re ragihandine ku kamêreyên çavedêriyê li derve û nav dukanan de danên.
Meimûrên îdareya Emakin li despêkê îşare bi zêdebûna diziyê dikin, lê di rastiyê de mebesta wan kontirolkirina şeqaman e.
Herwisa daxwaz li dukandaran kirine ku kamêreyên çavedêriyê li derve û herdu aliyan danên ku di dema alozî û nerizayetiyan de îzn bi kesê nedin bêne nav dukanan û eger zanîn fîlim hilgirtine dest bi cî Emakinê agehdar bikin.