Îdareya “Emakin” a rejîmê li bajarê “Bokan”ê, daxwaz ji dukandarên wî bajarî kiriye ku heta demjmêr 12`ê şevê îzin heye ku dukanên wan vekirî bin.
Di berdewamiya çalakiyên 2`ê Rêbendanê de, salvegera avakirina Komara Kurdistanê, roja Şemî 2`ê Rêbendanê, îdareya “Emakin” ya li bajarê “Bokan”ê, tev xwedî dukanên li navçeya “Parka Sahilî, ya li ser rêya Kose û Seyrangeha “Kêwereş”ê bo vê îdareyî gazî kirine.
Herwisa îdareya “Emakin” gef ji xwedî dukanan xwariye û ji wan re ragihandiye, biriyarek hatiye dan û divê hûn jî vê wajo bikin ku, tenê heta demjimêr 12`ê şevê dikarin dukanên xwe vekin û demjmêr 12`ê şevê şûnda divê tev dukan bên daxistin.
Ew gefxwarina rejîmê di halekê deye ku, ew dukanên han li berava rûbarê û li parka mezin û seyrangeha “Kêvereş”ê hilkevtine û welatî bona keyfxweşiyê serdana wan cihan dikin.
Ew biriyara di vê rewşa kirîza aborî de, dibe astengiyeke mezin li hemberî kasbiya welatiyan.