Kurdistanmedia: Givaşên îdareya îtila`ata rejîma Îranê di Kurdistanê de li ser malbatên pêşmegeyan berdewam e û tevî gazîkirina wan bi navendên îtila`atê, û gef jî, ji wan dixwin.
Di wan çend rojên derbasbûyî de, îdareya îtila`ata bajarê Pawê, hejmarek ji malbatên pêşmergeyan gazîkirine û ew xistine di bin lêpirsînan de.
Îdareya îtila`ata Pewê tevî gazîkirina malbatên pêşmergeyan, gef ji wan xwarine, ku nabe bi ti awayekî di xwenîşandanên 5`ê Berfanbarê de amade bin.
Hevdem karbidestên îdareya îtila`atê di bajaraê Banê de, gef ji birêveberên kanalên têlêgramî xwerine ku, nabe ti gotar û postekê li derheq girêva sertaserî ya 5`ê Befranbarê belav bikin.
Rejîma Îslamî ya Îranê ji tirsê xwenîşandanên xelkê, bi her awayekî dixwaze rêgirî ji xwenîşanderan bike.
Li ser xwesta Partî û aliyên Kurdistan û Îranê yên dijberî rejîma Îranê, biryare roja 5`ê Befranbar ya çileya şehîdên xwenîşanderên meha Xezelwerê, xelk girêva sertaserî birêve bibin.