
Kurdistanmedia: Îdareya Îtila`ata rejîma Îranê di hewleke din de bo sîxurî kirin li ser xelkê, ji wan reqem telefonên ku hatine temirandinê, bikar tîne.
Binke û navendên ewlehî ên rejîma Îslamî a Îranê bi armanca sîxurî kirin li ser xelkê, reqem telefona kesên ku têne desteserkirinê bi dest dixe û paştir bona sîxurî kirinê mifaê jê verdigre.
Ew reqem telefonên wan welatiyan e, paştir ji nav torên civakî de kar pê dike, wek mînak li têlêgram, watisap û vaybêr û torên din, pê çê dike.
Ev pîlana rejîma Îranê di berdewamiya çalakiyên sîxurî yên binke û navendên ewlehî yên rejîmê de, bo kontirol û serkot kirina xelkê ye.