Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îdareya Îtila`atê bi alîkariya caşekê dest bi ser dehan dukanan de girt

17:15 - 11 Şibat 2020

Hewlên rejîmê û kesên girêdayê bi wê rejîmê, li ser zewtkirina darayî û milkên xelkê di Kurdistanê de berdewam e, û wê care jî, ji rêya ceşekê ve bo dest danîn li ser bazarên bajarê Seqizê hewl dane.

Îdareya Îtila`ata rejîm û “Sitad a Cîbecîkirina Fermana Îmam”, ji rêya caşek, bi navê D. Şukrî ve, dixwazin dukanên bazara “Tajebançî” di bajarê Seqizê de zewt bikin.

Dê wê bazarê de, zêdetir ji 70 dukan têde hene, ku bazareke kevnar e û dîroka xwediyên wê wedigere bo dema Cihûyên bajarê Seqizê, ku piştî qirkirina wan ji aliyê rejîm ve, ew bajar bi cih hêştin û piraniya wan di derveyî welat de cihgir bûne.

Çavkaniyek li ser wê mijarê gotiye: “Niha her dukanek xwediyê xwe heye û çavkaniya bijîva jiyana bi 100`an malbatan di bajarê seqizê de ye, lê rejîma Îranê ji rêya kesên girêdayî xwe ve, dest avêtiye bi zewtkirina wan dukanan.

Rejîma Îranê ji 6 dangên wê bazarê, 1 dang û nîv bi bihayê 70 milyon tumenan bi navê wî caşî kiriye.

Eve di demkê de ye ku, ew bazar bi 10`an milyard tumen nirx e, lê rejîma Îranê dixwaze wê bazarê zewt bike û bi wî awayî, pereyekî zaf bidestxweve bîne.

Herwisa wê çavkaniyê baskiriye ku: “Niha wî caşî, xwediyê dikanan rastî pirsgirêkan kirine û dixwaze tevî zewtkirina wan dukanan, daxwaza kirêya 40 salên derbasbûyî heya niha li wan dike”.

Lewma, pirsgirêkeke zaf û nigeraniyeke kûr, li nav bazarê û 100`an malbatan di bajarê Seqizê de afirandî ye.

D. Şukrî, caşekî berçav yê rejîma Îranê ye ku, dest di gelek tawanên dinê de jî heye.