Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îdareya Îtilata Kamyaranê bi awayeke sîstematîk madeyên hişber di nav xelkê de bilav dike

20:09 - 14 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Kirêgirtiyên Îtilata rejîma Îslamî ya Îranê li qehwexanên sûnetî yên bajarê Kamyaranê, dest bi bilav kirina madeyên hişber di nav ciwanên Kurd ên vî bajarî de, dane.

Li gor rapora Kurdistanmedia, navendên Ewlehî û Îtilat ên rejîma Îslamî ya Îranê li parêzgehên Kurdistana Îranê bi awayeke sîstematîk û bernamerîjîkirî medayên hişber di nav ciwanan û hemwelatiyan de bilav dikin.

Li gor vê raportê dest û pêwendiyên rejîma û moreyên îdareya Îtilatê bi firotina madeyên hişber bi gencan di nav qehwexanên sûnetî de, hewl dide ku ciwanekî zaf yên bajar Kamyaranê tûşî medeyên hişber bike.

Hemwelatiyên Kamyaranê li ser vê bawerê ne ku îdareya Îtilatê bi danîna mohleta yasayî bi wan qehwexanên sûnetî û bilav kirina medeyên hişber bi bê tu astengî û arîşeyek di rasteya siyasetên rejîma Îslamiya Îranê de diçin e pêş.

Di vê pêwendiyê de, bikaranîna madeyên hişber weke “Morfîn” di bajarê Urmiyê de heya astekê jihel çûye ku wisa lêhatiye ku hinek di vî varî de tu sabiqeyek pêştir tunebûne ku niha tuşî madeyên hişber dibin û pitir ew kesane digre ku rûbirûyê kêşên derûnî û cinsî û... dibin.

Ji aliyek din ve erzanbûn û zêdebûna rêja madeyên hişber li cihên giştî û navendên dermanî sedemeke din a jihelçûna amara bikarhêneran e.