Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îd`ayên Rohanî xwe dizîn li bersiv danêye

12:08 - 20 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Endamê komîsyon perwerde û lêkolîna mecilisa rejîma Îslamî axavtinên serkomar yên derheq desthilata wî de rexne kir.

 Endamê komîsyona perwerde û lêkolîna mecilsa şêvra Îslamî yê rejîmê, Hucetul-Îslam Elîriza Selîmî, hekî serkomar Hesen Rohanî desthilateke wisa tunîne, çima ji hevwelatiyan re bo çareserkirina arîşeyên van soz û qewl didan, çima soz û qewlên 100 rojî ji xelkê re didan.

 Wî endamê omîsyona perwerde û lêkolîna mecilsa şêvra Îslamî a rejîmê axavtina xwe wiha berdewamkir,  Rohanî li şêvra bilind ya hevahengkirina rayedarên dezgehên yasa danînê de ku tu serkomarên berê yên rejîmê desthilateke wisa tunebûne navbirî heye, Rohanî bi desthilata taybet li sandiqa pêşvebirina neteweyî de perê zêde rakiriye û dewlet tenê dikare %20 ji ji vê sandiqê pere rake lê, Rohanî ji rêyên cuda  û bi awayên coda bi qaseke zêde pere li vê sandiqê vergirtiye.

Herwisa Selîmî got, Rohanî desthilatên taybet yên welat li destê wî de ne yên wekî, desthilata bi destveanîna rizamendiya Amerîkayê, destihlata betalkirina karta şevatê ku zirareke bi qasî 100 milyard Tûmenî gihane welat, û herwisa desthilata lihevkirina digel Yekîtiya Ewropayê bo kirîna balafiran hebûye.

Her di vê pêwendiyê navbirî zêde jî kiriye ku, çima serkomar piştî derbazbûna 6 salan bi ser desthilatê de niha îd`aya kêmbûna desthilatê dike, di demekê de ku, tu serkomarekî berê bi qasî Rohanî desthilat tunebûne, eva tenê xwe dizîn li berpirsbûn li hemberî soz û qewlên vala yên ku ji hevwelatiyan re daye, û heya niha tu yek cîbicî nekirine.

Navbir got ku, axavtinên Rohanî yên derheq kêmbûna desthilatê de, xwe dizîn li bersiv dana derheq soz û qewlên ku heya niha bi cih neanîne.

Piştî givaşên Amerîkayê yên lidijî desthilatdarên rejîma Îslamî, û alozbûna rewşa aboriya welat û xwenîşndanên bênavber yên welatiyan li hemberî eşkerebûna destpîsî, xemsarî û guhnedana rayedarên rejîmê ji rewşa welat û welatiyan re, û niha rewş wisaye ku, berpisên rejîma gendel kentine canê yektir, û bi sebabên coda yekitr rexne dikin.