Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îdiaya karbidestnê rejîmê li derheq hebûna azadiya olî di Îranê de

12:52 - 27 Kanûna pêşîn 2020

Berdevkê rejîma Îranê di serdana xwe bo mala pîr û kalan de îdia kiriye ku pêrewên hemû ol û ayînekê di Îranê de bi awayê yeksanî dijîn û di beranber ola xwe de nahêne tepesekirin.

“Elî Rebî`î” Berdevkê rejîma Îranê bas ji wê hindê kiribû: “Di kolanên hemû bajarên Îranê de Mizgevt û Kilîse hene, ew yek jî nîşana vê hindê ye ku rejîm rêz li her ol û ayînekê digire”.

Îdiaya wî karbidestê rejîmê di halekê de ye ku di dema hatine ser kar a rejîma Îranê, salane çendîn hevwelatî ji pêrewên ayînên cuda di girtîgehên rejîmê de têne azar û êşkencedan, û li sereketirîn mafên xwe hatine bêparkirin. 

“Sonî”yên Îranê ku Misilman in jî di warê mafên xwe de li “Şîe”yên 12 Îmamî kêmtir têne hejmarkirin, herwisa xelkek zêde di Îranê de bi sedema gorîna ol û ayîna xwe hatine binçavkirin.