Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îdolojiya “êkspayir”

16:10 - 9 Çirriya pêşîn 2021

Kerîm Perwîzî

Tişt, emraz û tev tiştên cîhana hestdar demeke diyarîkirî hene û bi derbasbûna demê û temenê wan, ti behreyek wan namîne. Di nav hemû tiştan de jî, nemaze derman ku leşê mirov çê dikin, ger temenê wan bi ser de here û bi wateyekê êkspayir dibin, êdî netenê behreya wan namîne, belkî dibine jehir û leşê mirovan kavil dikin.

Îdolojî û nerîn jî ku wekî dermanan bo bîr û hizira mirovan in, ger temenê wan bi ser de here û êkspayir bin, dibine jehir bo leşê mirovan û heta sîsteman jî.

Li Îrana piştî dawîpêhatina Qacaran, sîstemeke îdolojîkiya koloniyalîstî hate avakirin ku sed sal e bi wê îdolojiyê ku piştî hatina Xumeynî, “Wîlayeta Fegîh” jî têkel bûye, desthilatdarî dikin.

Di heyamên derbasbûyî de hin bûyer di derdorên Îranê de hatine gorê ku bi tevahî derxerê êkspayirbûna îdolojiya hakim li Tehranê ye û wekî jehirê jî dibe sedemê jinavçûna sîstemê û welat jî tûşê êşeke zêde dike.

Nemaze di dehikên derbasbûyî de, Komara Îslamî du tewerên sereke ên siyasî li ser bingeha bîra du girûpan danabû û peyrewî jê dikir. A yekem; şandina şoreşê û berfirehkirina “Wîlayeta Feqîh” û di bingeh de handana girûpên Şî`eyên tundajo di deverê de. Ya duyem; bîra “Îranşehrî” ku berfirehiya cugrafiyaya çandiya wê bo bîrokeyeke xeyalî binav neteweya Îranê çê dikir û di rastî de dixwast tevahiya deverê wekî serdemê hikûmeta “Hexamenişîn” bixe di bin destê Seyîd Elî Hexamenişî de!

Li Efxanistanê hikûmet hate herifîn û Talibana tundajo a Sunne desthilat bi dest ve girt û dijî Şî`e, hejarî û qewimê Derî ku bingeha Fars ji wir ve hatiye nav cugrafiya Îranê, ye û dê di paşerojê de jî li dijî wan be. Ji vê aliyê jî Azerbaycana Şî`e ku berê beşek ji “Îranşehr”ê bû! Kevtiye aliyê Tirkiyê û bûye gef li ser Îranê!

Di wan bûyerane de, Komara Îslamî ger pêka îdolojiya xwe û aliyê Oliya xwe bikiriba, diba hem li dijî Ermenistanê piştevanî li Azerbaycanê bikiriba û hem jî Azerbaycana Şî`e digel Tirkiyeya Sunne nekevtiba û hem pişta Şî`eyên Efxanistanê bigirtiba û şerê Talibanê bikiriba! Eger pêka wehma îdolojiya Îranşehrî bikiriba, diba Azerbaycan beşek ji Îranşehr baya û Îranê bo zivirandina Azerbaycanê bo nav wehma “Îranşehrî” digel Tirkiyê şer bikriba!! Ji aliyê dinê ve jî bi piştevaniya leşkerî ji Tacîk û Deriyan, dijî Peştûyan bûya!.

Lê çimkî îdolojiyên Komara Îslamî bi tevahî êkspayir bûne û bikar nayên û êdî niha bûne jehir bo xwedî sîstema wan, li Efxanistnê pişta Talibanê girt û di bûyerên Azerbaycanê de jî wek lîzekê bi tevahî dayina û rêya tiranzêtiya wê bo Ewropayê jî hatiye qutkirin û niha xwe bi damenê Rûsiyayê re girtiye ku belkî ji deriyaya Xezerê ve rêyekê bo vebike!

Îdolojiya êkspayirî ya “Wîlayeta Feqîh” û “Îranşehrî” netenê şiyana birêvebirina welat nîne, belkî di deverê de jî nikarin siyaseta rohn bo rejîmê dabirêjin û ne dikarin pişta yên derve ku “Farsa Esîl” ji wê ve hatine, bigre û ne dikare dijî Tûranê hewila wegerîna Azerbaycanê bide! Îdolojiya êkspayir wekî jehirekê kar dike û niha êdî baregeha Xamineyî wekî baregeha şahên Qacar bûye deftera hatinûçûna Rûsan! Seyîd Elî dixwast bibe Dariyûşê Hexamenişîn, ku çi bû bi Mihemed Elî Şahê Qacar!