Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

IFJ: Îran xirabtirîn parêzvanê rojnamevanê girtî di cîhanê de ye

14:23 - 3 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Federasiyona Cîhanî a Rojnamevanan serbarê amajedan bi zîndanîkirina 27 rojnamevan di îranê de, we welate bi xirabtirîn parêzvanê rojnamevanan di asta cîhanê de wesfandiye.

Li gor rapora Kurdistanmedia, Federasiyona Cîhanî a Rojnamevanan di daxuyaniyekê de serbarê rexnegirtin ji rewşa azadiya medyayan di Îranê de, tepesekirina rojnamevanên hundirî Îranê, daxwaz ji rejîma Îranê kir ku rojamenûsên girtî berde.

Herwiha Federasiyona Cîhanî ragehand: A niha 27 rojnamenivîs di girîtîgehên Îranê de ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê hatine girtin.

Herwiha di dirêjahiya daxuyaniya (IFJ) de hatiye: Îran yek ji xirabtirîn parêzvanê rojnamevanên girtî di asta cîhanê de ye.

Jim Boumelha berpirsê IFJ, axaftinên Rûhanî û pirpagenên serdemê kandîdatoriya hilbijartina serkomariya Îranê bê binema hesiband û ragehand: Tu yek ji erênên Rûhanî di warê medyayî û ragehandinê de bi rêve neçûye û tenê axavtin bû û cî bi cî nekirine.

Navbirî di dirêjahiyê de got: Medyayên azad û serbixwe di nav sînorên Îranê de li jêr givaşaê de ne û bi asanî nikarin erkê xwe bi cih bigehînin û yan bo cî bi cî kirina erkê xwe di rastî de tên girtin û roj bi roj hejmara wan pêhtir dibe.

Federasiyona Cîhanî a Rojnamevanan (International Federation of Journalists) federasiyonekî cîhanî ye ku li encumena sinfiyan, an yeketiya sinfiyan hatiye lidarxistin. Armanca sereke ya wê saziyê geşeya maf û azadiya rojnamevanan û di rasteya dadperweriya civatî de, mafê kedkaran, gilobalîzasiyon, mafê mirov, demokrasî, berewanî tevî gendelî û belengazî çalakî dike.

Di wê pêwendiyê de saziya peyamnêrên bêsînor ragehand: Di Îranê de 65 rojnamenivîs û vêbnivîs di girtîgehê de ne ku 10 kes ji wan girtiyane jin in.

Herwiha saziya han bilav kir, 7 kes ji wan 10 rojnamevanan ceza 6 meh heta 20 sal girtîgeh bi ser wan de hatiye sepandin.

Di bervara 21’ê Tîrmeha 2014’an de, Yêganê Salihî harîkara bilavoka Îngilîsî zimanê neşnala îmarata yekgirtî a Erebî hevdem tevî hevjînê xwe Cîson Rizayan rojnamevanê Amrîkayî bi regez Îranî û harîkarê rojnameya Washington Post û wênegirekî din yê Amrîkayî hatin girtin û bi girtina vê jinê, Îran bû mezintirîn girtîgeha jinên rojnamevan û wêbnivîs di cîhanê de.

Bi giştî Îranê di cîhanê de pênçemîn welate bo girtiyên rojnamevan û mezintirîn welate bo girtiyên rojanamevanên jin.