Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îhtmala fîlterînkirina torên civakî li Îranê he ye

18:49 - 27 Hezîran 2022

Roja Duşemî 27`ê Hezîranê Xolamreza Nûrî, yê binav nûnerê mecilsa rejîma Îranê di gotûbêja digel rojnameya Dunaya Îqtsad a girêdayî rejîmê diyar kir, li ser yasaya berê ya mecilsê, îhtmala fîlterkirina tev torên civakî yên pir kar yên weke WhatsAp, Instgram û … hwd he ye.

Wî binav nûnerê mecilsa rejîmê got, eger ev yasa ji aliyê Şêvra Nobedar a rejîmê ve bê pejirandin êdî tu kesek hiqûqê û nehiquqî nikarin ji encamên vê biryara li derheq aborî, kar, jiyan û ragihandina azad gileyî bike û daxwaza betal kirina vê biryarnameyê bike.

Ev kiryara mecilsa rejîmê ya pejirandina vê sererastkitinê hevdeme digel  gotina,  serokê frakisyona binav serbixwe ya mecilsa rejîmê  ku gotibû, çarenivîsa gelaleya sînordarkirina hêla înternet(terha siyanet)ê nediyar e.

Biryara sînordarkirina hêla înternetê û fîlterkirina torên civakî ya rejîmê piştî xwenîşandanên nerazîbûnê yên xelkê Îranê yên bi sedemên weke, bilindbûna nirxan, nedadperwerî û reftarên hov yên hêzên tepeserker yên rejîmê li hember xelkê de hatiye standin.

Berpirsên rejîma Îslamî a Îranê bona pêşîgirtin ji şandina dîmenên reftarên tûnd û hov yên hêzên xwe  û rewşa dijwara xelkê ji aliyê çalakvan û xelkê nerazî ve, ev biryara han standin e.