Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îmarat û Behrêyn bi hevpeymanên Amerîkayê hatine nasandin

16:19 - 17 Kanûna Paşîn 2021

Koşka Spî a Amerîkayê, Behrêyn û Îmarat bi hevpeymanê ewlehiya Amerîkayê daye nasandin.

Koşka Spî ya Amerîkayê bi îşarekirin hêz û leşkeriyê wan yên hewayî û deryayî di wan herdu welatan de,  lihemberderketin li dijî girûpên tundajo di deverê de rêkevtine.

Herwisa ji aliyê “Deftera Serokatiya Amerîkayê” ve hatiye belavkirin ku du welatên Îmara û Behrêyn di sê salên derbasûyî de çendîn caran di hevpeymanîtiya leşkerî ya bi rêberiya Amerîkayê beşdarî kirine.

Eva jî di halekê de ye ku Amerîka dixwaze bi hevpeymaniya welatên deverê destê terorîzma Îranê di deverê kurt bike.

Rejîma Îran hertim hewil dide ku di deverê de aloziyan biafirîne, û eva jî bo Amerîkayê cihê qebûlkirinê nîne û hertim hewil daye ku destê terorîzma Îranê li derdorê deverê kurtir bike.