
Roja Şemiyê 21ê Çirriya paşîn a 2020an, medyayên Pakistanî ji ziman navendên ewlehiye wî welatî ve, nûçeya mirna Îmen el Zewahirî , kesê yekim yê girûpa terorîstiye El Qa’îdê eşkere kirin.
Zewahirî piştî ewê ku Bên Ladên ji aliyê Amerîka ve hate kuştin, cihê wî girt.
Jêderên Pakistanî ragihandine ku el Zewahirî di efxanistanê de miriye, lê hinek jêderan jî ragihandine ku Zewahirî di bajarê Meşheda Îranê de bi sedemekî ne diyar miriye û piştre cinazê wî bo Efxanistanê hatiye veguhastin.
Hevdem di gel belaw bûna nûçeya mirna Zewahirî, jêderên ewlehiyê yên Amerîka ragihandine ku havîna derbas bûyî Ebu Mihemed Misrî cêgirê El Zewahirî di bajarê Tehranê di gel keça xwe ji aliyê Îsraîl ve hatiye kuştin.Heta nihajî rejîma îranê di vê derheqê de çi tiştek neragihandiye, lê Girûpa terorîstiye El Qa`îdê kuştina Misriyê kesê duyem yê girûpa xwe di Tehranê de ji aliyê Îsraîl ve piştrast kir.
Bi wî awayî îsbat dibe ku rejîma Îranê piştîvanê sereke yê El Qa`îdê ye.