Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Înkar û weşartina qurbaniyan bi hegera Koronayê ji aliyê rejîmê ve

11:51 - 7 Adar 2020

Pêka zaniyar, nûçe û vîdeoyên ku di nav torên civakî de têne belav kirin, mixabin hejmara qurbaniyan gelek ji vê hindê zêdetir e ku eşkere dibe, û desthilatdarên rejîmê jî karê wan bûye veşartina rastiyên di vê derheqê de.

Rojhilatê Kurdistanê jî, ji tûşbûn û mirina bi sedema Koronayê bêpar nîne, Roja Înê 16`ê meha Reşemê, Jineke temen 50 salî li bajarê Seqizê û 2 kes jî li Urmiyê, ku yek ji wan xelkê gundê “Gunbet”ê ya girêdayê herêma Somayê bû, bi hegera Koronayê canê xwe ji dest dan.

Cinazê wan qurbaniyan dûr ji berçavgirtina rênimayiyên xweparastinê hatine veşartin.

Cinazê herduk kesên ku li bajarê Urmiyê canê xwe ji dest dabûn, li jêr zêrevaniya tund a hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine veşartin.

Di rewşekê de rejîm li cehda veşartina rastiyan de ye, hevdem ti bernameyek bona berahîkgirtin û kontirola vê vîrûsê çinîne, û heta çi hewcehiyeke weke “mask û dermanan” nade xelkê, û rejîm û bi taybet Spaha Pasdaran a terorîst dest bi ser wan dermanan de digre û dibe difroşe ku ji aliyê Saziya Tendurustî ya Navnetewî ve ji bo xelkê Îranê hatine şandin.