Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Instagramê nivîsa şivêrmendê Larîcanî li ser rûpela wî reş kir

17:22 - 4 Adar 2019

Kurdistanmedia: Tora civakî ya Instagramê, nivîsa şivêrmendê “Larîcanî” li ser rûpela wî reş kir.

 “Ebdulahiyan” Şivêrmendê serokparlimanê şêvra Îslamî a Îranê, li ser rûpela tora civakî ya Instagrama xwe nivisîbû, baş bû ku Birîtaniya bi cêhê Hizbûlaha Lubanê, hindek ji dewletên hevpeymanên xwe yên terorîstperwer di nav rêzbenda reş ya terorîstî bêxîne, ewa di demekê de bû ku Birîtaniya, girûpa Hizbulaha Lubnanê wekî terorîst naskiriye.

Her di vê derheqê de, tora civakî ya Instagramê nivîsa “Ebdulahiyan” Şivêrmendê serokparlimanê şêvra Îslamî a Îranê, li ser rûpela wî reş kiriye, û hişdarî jî dayê hekî careke din, yasayên tora civakî ya Instagramê binpê bike, rûpela wî bo yekcarî wê reş bikin.

Herwisa di rojên borî de, rêberê Komara Îslamî ya rejîma Îranê “Elî Xaminêyî”, destûra kuştina “Selman Ruşdî” li ser rûpela “Twitter” a xwe nivisîbû, her bi vê sedemê jî tora civakî ya “Twitter”ê ew nivisîna wî reş kir, ewa çendîn carin ku torên civakî, nivîsên berpirsên rejîma Îranê reş dikin, û hişdariyên tund ji wan re didin.