Înternet li bajarên “Tehran, Kerec, Yezd û Şîraz”ê bi hêcetên cuda hatine qutkirin an di gelek cihan de asta lezgîniya wê bi qasekî daketiye ku xelkê nekariye mifahê jê werbigre.
Di bajarên “Tehran û Kerec”ê de înterneta operatorên wekî “Hemrah ê Evvel, Şatêl û Mobîn Nêt” qut bibûn û berpirsên rejîmê Îdia kirine ku bi sedema agirpêketinek biçûk di navenda datayan li Tehranê qewimiye lê ragihandinên girêdayê rejîmê wekî “ISNA”yê dane zanîn ku agirpêketin gelek berfireh bûye.
Di wê derheqê de berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Wezareta Pêwendiyan a Îranê, “Mehdî Salim” gotiye: “Qutbûna înternetê berfireh nebûye û ew agirpêketin li navenda “LTC” li şeqama Kurdistanê bûye û piştî niv demjimêran ew pirsgirêk çareser bûye”.
Pêka nûçeyên ne fermî, qutbûna Înternetê di bajarên Yezd û Şîrazê de jî hebûye û înternet qut bûne an bi qasekî lezgîniya wê kêm kirine ku xelkê nekarine ti mifahekê jê werbigrin.
Rejîma Îranê di dema aloziyan de înterneta bajaran qut dike ku bikare wan aloziyan perdepoş bike.