Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Înternet heya niha jî li Xuzistan û Belûçistanê qute

11:26 - 4 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Rejîmê heya niha jî nevêraye înternetê li Sîstan û Belûçistanê û Xûzistanê weket, bi wî awayî serkuta xelkê nerazî ji aliyê hêzên rejîmê ve her berdewam e.

Rejîmê di dema tepeseriya xwenîşandanan de hinde hovane û berfireh cinayet afirandine, li tirsa evê ku qasê mezintahia cinayetên vê eşkere nebin, heya niha jî înternet nedaye parêzgehên Xûzistan û Sîstan û Belûçistanê.

Mirovkujên rejîmê di dema tepeseriya xwenîşanderan de, gelek hovanetir û dest beredayîtir li dijî netewên Kurd û Ereb û belûç cinayet kirin.

Pêka hinek jêderên navxweyî, tête gotin ku, rejîmê sedan lawên Ereb li Mahşehrê kuştine.

Niha jî li hinek deverên Belûçistanê şerûpevçun di navbera Xelkê û hêzên rejîmê de berdewam e.

Niha jî li nava bajarên Parêzgeha Xuzistanê, di navbera lawên Ereb û hêzên rejîmê de şerê kola bi kolan heye.

Niha jî li Kurdistanê û bi taybetî li bajarên Merîwan, Ciwanro, Kirmaşanê rewş avirteye û girtin û êrîş û tepeseriya lawên Kurd ji aliyê rejîmê ve berdewam e.

Lewma berpirsên rejîm ku berdewam dibêjin Îran emin û emane, li tirsê evê ku rastî belavnebin, niha jî nevêre înternetê di deverên Netewên wekî Ereb û Belûç de weket.