Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Înternet li çendîn bajarên parêzgeha Urmiyê qut bûye

12:04 - 15 Tebax 2021

Xelkê parêzxgeha Urmiyê rastî qutbûna înternetê hatine ku çendîn pirsgirêk li pey xwe aniye û paşeroja kar û dersxwandinê xistiye metirsiyê.

Parêzgarê Urmiyê “Mihemedmehdî Şehriyarî” îdia kiriye ku “2 hezar û 200 gundên wê parêzgehê înternet hene”, lê wî berpirsê rejîmê îtiraf kir ku di çendîn bajaran de hêlên înternet kêm in û got: “Divê bo kêşandina hêlên înternetê bo dever û gundên Tîkab, Çaldiran û Sayînqelayê hewlên taybet bêne dan”. 

Qutbûna înternet li çendîn bajar û deverên parêzgeha Urmiyê de pirsgirêk bo dersxwan û dibistaniyan afirabndiye û herwisa karên ku bi rêya înternetê ve dihatine kirin rawestiyane û bikarhênerên înternetê ji wê reşa dijwar nerazî ne. Berpirsên rejîmê li derheq zêdekirina lezgîniya înternetê û kêşandina hêlên  înternetê bo gundan her sozên xwe cî bi cî nekirine.

Xelk û bi taybet dersxwan û dibistanî ji qutbûn û daketina lezgîniya înternetê nerazî ne û dane zanîn ku hekî ew qutbûn berdewam be, dê wekî sala derbasbûyî tûşî pirsgirêkên micid ên hînkariyê bibin.

Bikarhênerên înternetê bi taybet dersxwanan gotine: “Heta niha sozên berpirsan li derheq lezgîniya înternetê bi tevahî çewtekarî bûne û êdî ti baweriyek bi sozên berpirsan nînin û paşeroja dersxwanan rastî metirsiyan hatiye”.