Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Înterneta Îranê ji aliyê hêzên sayberî yên rejîmê ve tê kontrolkirin

12:00 - 18 Çirriya paşîn 2020

Torên înternetî li Îranê ji aliyê 144 gurdanên sayberî yên rejîma Îranê ve têne kontrolkirin ku armanca wan rêgirî ji derketina rastiyan û fetisandina dengê azadîxwan e.

Roja Sêşemî, Fermandeyê Spaha Pasdaran a terorîst ya Spaha “Mihemmed Resûlûllah”, “Mihemmedriza Yezdî” derheq çalakiyên Spaha Pasdaran a terorîst li epîdemiya Koronayê li Îranê daye zanîn ku “144 gurdanên Saybêrî” yên girêdayê “leşkerê saybêrî yên Spaha Tehranê” li torên înternetê de çalak in.

Ragihandin û berpirsên rejîma Îranê dabûne zanîn, ku Spaha Pasdaran hewl dide li rawestan di hember Koronayê de alîkariyê bide Wezareta Tendirustî û xelkê Îranê, lê gotinên wî berpirsê rejîmê pilana Spaha Pasdaran a terorîst eşkere dike ku kontrol û fetisandina dengê xelkê û herwisa rêgirî ji gihandina rastiyan bi xelkê Îranê re ye.

Girûpên saybêrî yên girêdayê rejîma Îranê çendîn sal e ku bi awayên cor bi cor, wekî reşkirina dijberan, “hek”kirina dijberên rejîmê û çalakên medenî, sîxurî û belavkirina vîrûsan li torên civakî, fîşîng û birêkxistina kempênan bo banghêjiyên rejîma Îranê, bi awayekî zêde û berfireh çalakiyan dike û heta di wê dawiyê bi tedaxul li hilbijartinên Amerîkayê de hatine tawanbarkirin.