Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran axavtinên serokwezîrê Îsra`îlê bi kirêt dide zanîn

12:15 - 1 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Cewad Zerîf Wezîrê Karê Derve yê rejîma Îranê, di gotûtbêja digel Kanala “CBS” de axavtinên serokwezîrê Îsra`îlê yên derheq bernameyên navikî yên Îranê de kirêt da zanîn.

Li gorî raporta Nûçegihaniya “THE JERUSALEM  POST” ku belav kiriye, Zerîf di gotûbêja xwe de dibêje ku, ne hewce ye ku “Netanyahu” bûyera “Holocaust”ê  bike hincet, bo jinavbirina Îranê.

Herwisa wî berpirsê rejîma Îranê, bi bêrêzîkirina bi “Donald Trump” serkomarê Amerîkayê, de îdi`a kir ku ev bi gefxwarina li welatên Ewropî, wan li dijî Îranê tûj dike û rê nade ku digel Îranê bazerganiyê bikin.

Herwisa wî got ku siyasetên wiha wê bersivên tund hebin û “Trump” gellek bihêz nine.

Ji aliyekî din ve navbirî got ku em niha jî dikarin çalakiyên navikî yên xwe berdewam bikin.

Ev axavtinên “Zerîf” vê rastiyê derdixîne ku rejîma Îranê, li ser çalakiyên navikî yên xwe berdewam e, û li pey bidestveanîna çeka navikî ye.

 Herwisa piştî wan hemû dorpêçan û bilindbûna nirxan û betlabûna xelkê, û xwenîşandanên nerazîbûnê ji aliyê xelkê ve, betalbûna navendên pîşesazî û karxaneyên tirombîlsazî û yên din, bidarvekirina çalakvanên siyasî  yên Kurd û pêşîgirtina ji gotinên rayedarên rejîma Îranê, îdi`a dikin ku serkomarê Amerîkayê, nezan e. Lê çavên xwe girtine, û axavtinê wiha kirêt dikin û bêrêziyê bi berpirsên welatên biyanî dikin.