Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran bersiva tolhildanên Amerîka dide

13:59 - 3 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Wezareta Derve ya Îranê ser tehrîmên Amerîka bo tolhildanên li dijî Tehranê daxuyaniyek da.

Kurdistanmedia: Berdevkê Wezarata Derve ya Îranê Behram Qasimî diyar kir ku dewleta wan dikare aboriya xwe bi rê ve bibe.

Qasimî got: “Amerîka nikare li dijî neteweya me ya mezin û vêrek, dorpêçan ragihîne, û şerê rewanî bi rê ve bibe. Zanebûna me têra birêvebirina peywendiyên aborî yên welatê me dike.

Qasimî da zanîn ku dibe ku bandorên derûnî yên tolhildanên Amerîka hebin, lê “Washington” bi wan nikare armancên xwe yên aborî cîbicî bike.

Tolhildanên Amerîka yên nû yên li dijî Îranê, wê roja Duşemiyê dest pê bikin.

Roja Înê Donald Tramp serkomarê Amerîkayê embargoyên li ser Îranê ragehandin, ku piraniya serçawên abûrî yên Îranê ber wan cezayan dikevin.

Herwiha li wê gera tehrîmên Amerîka bo ser Îranê 700 kes û navendên siyasî û ticarî yên Îranê têne cezadan.

Li gor tehrîman 8 welatên dost û hevpeymanê Amerîka ji qutkirina peywendiya tevî Îranê hatine efûkirin, ta ku zerermend nebin.