Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran bo bergirî ji êrîşên Îsraîlê mûşekên berevaniya esmanî dişîne Sûriye

10:34 - 27 Çirriya pêşîn 2021

Îsraîl heyamek zêdeye ku gefên giran ji rejîma Îranê dixwe di vê derheqê de rejîma Îranê bo bergirî ji êrişên Îsraîlê, mûşekên berevaniya esmanî bo Sûriyê dişîne .

Rojnameya "jerusalem post” li roja Sêşemî 4ê Xezerwerê di raporek belav kir ku Rejîma Îranê bo bergirî û rawestan li dijê êrîşên Îsraîlê, mûşekên berevaniya esmanî yên pêşketî şandiyê Sûriyê.

Îsraîl di wan çend mehên derbasbûyî de bi sedan carî êrîşên esmanî ser binke û hêzên çekdar ên ser bi rejîma Îranê li Sûriye kiriye û rêgirê ji zêdebûa wan çekdarên Îranê di wan deveran de dike.

Di derheq gefên Îsraîlê de heftiyek berî niha “Wezîrê Darayiya Îsraîl”ê “Avidgor Lieberman” gotibû: “Ti hewlek dîplumatîk û rêkevtinek rîgirî ji bernameya navkiya Îranê nake û dema rawestan li dijê Îranê gelek nizîke” herwisa çend roj ber niha jî ragihandinên ser bi Îsraîlê, nûçeya rahênana Ertêşa Îsraîlê bo êrîşkirin li ser binkeyên navikî yên rejîma Îranê belav kiribûn.