Nûnerên Kongireya Amerîkayê dane zanîn ku Îran bo ewlehiya Amerîka û cîhanê her gef tê hisibandin.
Roja Yekşemî 28ê Adarê, endamên paye bilind ên Meclîsa Nûnerên Amerîkayê di nivîseke hevpar de bo Serkomarê Amerîkayê “Joe Biden”, li deerheq lihevhatina navkî digel rejîma Îranê, huşdarî dan û ragihandin: “Lihevhatina navkî digel Îranê renge derfet bi Îranê bide ku, dest bi çeka navikî peyda bike”.
Herwisa wan endamên payebilind ragihandine: “Destpêregihîştina Îran bi çeka navkî hevdem digel reftarên alozker ên “Tehran”ê, dikare bibe bi kabûsek bo welatên hevpeyman ên Amerîkayê di dever û cîhanê de”.
Senatora Komarîxwaz a Amerîkayê “Joni Kay Ernst” û hejmarekî zêde ji Senatorên Amerîkayê di nivîseke hevpar de bo Serkomarê Amerîkayê “Joe Biden” ragihandin: “Îran li ser berjewndî û ewlehiya Amerîkayê û hevpeyman û şirîkên Amerîkayê gef e”.
Herwisa wan Senatorên Amerîkayê dane zanîn ku: “Em dibe wê rastiyê berçav bigrin ku Îranê çalakiyên xwe yên navkî wekî zêdekirina santrîfiyûjên pêşketî û zêdekirina qasa meyandina Uraniyomê heta asta %20 berfirehtir kiriye, û ew peyameke gefxwar û hişdarîder e”.
Herwisa wan Senatorên Amerîkayê ragihandin: “Em li ser vê bawerê ne ku, Îran derveyî bernameya xwe ya navkî, bi şandina çekên wekî mûşekên pêşketî û piştevanî ji milîsên ku Amerîkayiyan dikin armanc, dibe gef li ser ewlehiya netewiya me”.
Wan Senatoran dane zanîn: “Em tevî ku hertim nigeranê binpêkirina mafê mirov ji aliyê rejîma Tehranê li dijî xelkê Îranê ne, herwisa em ji zêdebûna hêz û şiyana mûşekên balistîk û Kurûz ên rejîma Îranê jî, nigeran in.”