Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran bo Hizbullaha Lubnanê xwarin û hewcehiyên din dişîne

13:20 - 18 Nîsan 2021

Hizbullah Lubnanê alîkariyên rejîma Îranê li nav kesên girêdayê xwe ve dabeş dike û bi alikariya rejîma Îranê, xwe bona rewşên aloztir yên aboriya Lubnanê amade dike.

Hizbullaha Lubnanê, embarê paşketkirina şewata ku rejîma Îranê bo wan dişîne, amade dike û markêtên girêdayê bi xwe yên bi navê “Elsecad” çê kirine ku cihê firotina berhemên Îran, Sûriye û Îraqê ne û her mehê bê beranber birinc, şeker, rûnê xwarinê, toza cilşûrinan, makaronî, konservên masiyan, berhemên paqijker û çendîn berhemên dinê ku rejîma Îranê bo wan şandine, dabeşî kesên girêdayê xwe dikin.

Di halekê de ku xelkê Îranê di bin givaşa krîzan de dijîn û xelkê Îranê hewcehiyeke micid bi wan berheman heye, rejîma Îranê bona berjewendiyên siyasî, wan berheman bo welatên dinê dişîne û xelkê xwe bêpar dike.

Pêka gotinên berê yên rêberê Hizbullaha Lubnanê “Hesen Nesrullah”, “Îran nan, av, pere, çek û mûşek bo wan dişîne”, ku ti qazancek bo xelkê Îranê nîne û xelkê Îranê bi sedema wan alîkariyan tê talankirin.  

“Hesen Nesrullah” bi caran îtiraf kiriye: “Dema Îranê pere hebe, Hizbullahê jî pere heye”.

Xelkê Lubnanê rastî krîzên aborî hatine û Hizbullaha Lubnanê wan alîkariyên Îranê wekî emrazek bona banghêjî û geşedan bi siyasetên terorîstî yên rejîma Îranê bi kar tîne.