Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran bona derbasbûn ji enfilasiyonê rû li bazara azad dike

11:56 - 17 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê bona derbasbûn ji enfilasiyonê rû li bazara azad dike ku, bi wî awayî xwe ji enfilasiyona mezin rizgar bike.

Pêka nûeyên belavbûyî, Serokê Banka Navendî ya rejîma Îranê, Ebdulnasir Himetî, bas kiriye ku, em ji enfilasiyona mezin derbasbibin me rû li bazara azad kiriye û herwisa navbirî got, ku salên 1397 û 1398`an salên pir dijwar yên dorpêçên aborî bûne.

Herwisa navbirî got ku me, bankên leşkerî jî tevlî sîstema bankiya xwe kiriye û heya niha, %80 me ev tevlîhevî rêxistiye.

Pêka rapora Enistîto a karûbarên Navnetewî, aboriya Îranê rastî pirsgirêkên giran bûye û geşeya aborî di sala 2018 û 2019`an de bi qasî %4.6 kêm bûye û herwisa renge heya %7.2 jî, geşa aborî a Îranê kêm bibe.

Serkomarê Îranê, Hesen Rûhanî, di gelaleya bûdceya dewletê ku pêşkêşê meclisa rejîmê kiribû, nêzî 39 milyard dolara ne.

Herwisa di wê bûdceyê de hatiye berçavgitin ku hekî dahata neft û gaz bi qasî %40 kêm bibe, ev bi mifahvergirtin ji bazara azad, û rûkirin bi wê cure bazarê, kêmasiya bûdceyê terxan bikin, lê niha rejîma Îranê ber bi qonaxekî diçe ku hekî nefta Îranê neyê kirînê, û serveyê %40, ti planeke aborî tinînin 

Rejîma Îranê, bervajiyê rastiyên rewşa aborî, dest bi çewtekariyan kiriye û didine zanîn, ku me aboriya Îranê kontrolkiriye, lê heya niha, kariye pereyên bankên leşkerî bîne nav bazarê ku bi demekî kurt wan astengan veşêre û di bazara azad de jî, bi sedema jidestdana geşeya aborî, ber bi enfilasiyonên mezintir ve diçe.