Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran dê 10 rojan bê dayxistin

13:29 - 9 Nîsan 2021

Berdevkê Stada Lihemberderketin li dijî Koronayê, “Elîriza Reîsî” daye zanîn ku, ji roja Şemî 10ê Nîsanê ve heta 10 rojan dayxistina giştî dê bê ragihandin û piştî wan 10 rojan û pêka rewşê, emê dê biryarê bidin dayxistin bê berdewamkirinê an na.

Roja Pêncşemî 8ê Nîsanê, Berdevkê Stada Lihemberderketin li dijî Koronayê, “Elîriza Reîsî” di hevpeyvîneke televîzyonî de daye zanîn: “Ji roja Şemî 10ê Nîsanê ve heta 2 heftiyan, ew bajarên ku di rewşa sor a Koronayê de ne, dê bêne dayxistin û pêka rewşa Koronayê, karên girûpa 1 dikare ew bajarên ku di rewşa sor de ne, dayxistina wan berdewam bike û karên girûpên “2, 3 û 4” jî, îzna karkirinê di wan 2 heftiyan de nînin.

Herwisa navbirî got: “Pîşeyên wekî markêt, firotingehên zincîreyî, dermanxane, metebên duktoran, nexweşxane û pîşeyên din ku hewcehiyên xelkê dabîn dikin, dê karê xwe berdewam bikin.

Wî berpirsê rejêmê got: “Ew bajarên ku rewşa narincî ya Koronayê hene, girûpên 1 û 2 dikarin berdewam bin û girûpên 3 û 4 dibe bêne dayxistin.

Wî berpirsê rejmê daye zanîn ku ji %80 a bajarên Îranê di rewşa sor û narincî ya Koronayê de ne.

Nebûna vaksenan, bi siyasîkirina kirîna vaksenên bi wec yên Koronayê, û nebûna ti bernameyek bona parastina canê xelkê bûne sedem ku, menceke tûşbûn bi vîrûsa Koronayê, Kurdistan û Îranê bigre ber xwe û bi lezgînî hejmara canjidestdanan bi çendîn beranberan zêde bibe.