Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran dê navendên “Ayînî û Rewşenbîrî” Veke

12:14 - 25 Gulan 2020

Serkomarê rejîma Îranê, Hesen Rûhanî got: “Em biryarê didin ku dê Mizgevt û navendên Olî û rewşenbîrî dê ji roja Yekşemî ve, bi taybetî bi boneya roja cejn Remezanê bêne vekirin.

Wî got dê roja Duşemî jî ziyaretgeh û cihên pîroz ên Olî bêne vekirin.

Rejîmê ragihand ku nimêjker divê maskan bikar bînin û lepik û sicadê xwe bi xwe re bîbin Mizgevtan.

Hesen Rûhanî û rejîma wî di demekê de biryara vekirina Mizgevtan û navendên Olî didin ku, vîrûsa Koronayê roj bi rojê di asta seranserî ya Îranê de belav dibe û rejîm nikare kontirol bike.

Li gor gotina Rûhanî, hemû qedexeyiyek tête hilgirtin, vê yekê jî xelk gelek nîgeran kiriye.

Di hefteya borî de herwiha gotibû ku piştî Remezanê dê xwaringeh û çalakiyên werzişî jî bêne vekirin.

Zanîngeh jî dê roja 6`ê meha bê de werin vekirin

Li gor Wezareta Tendirustî rojane dehan kes bi hegera Koronayê canê xwe ji dest didin û sedan kesên dinê jî tûşî Vîrûsa Koronayê dibin.

Li Îranê heta niha nêzîkî 8 hezar kes bi vîrusê mirine û nêzîkî 150 hezar kes jî pê ketine.