Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran di Îraqê de li pey çi digere?

14:44 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2014

SelamÎsmaîlpûr

Guherînkariyên van rojan ên Îraqê, rejêma Îranê xistiye nava qofiyeke nû de. Komara Îslamî ku berî niha jî di gel kêşeyên weke gemaroyên aborî, û komeke nerizayetiyên siyasî û civakî yên tex û qatên welat, û nakokiya di gel civaka cîhanî li ser dosiyeya etomî, û giriftarbûna di qofiya şerê li gel Sûriyê de bû, niha dixwaze ku di herêmekê de ku zêdetir nêzîkî Îran ye, û rîsk û destêwerdan û vebijêrkên siyasî yên rejîmê jêhel dibe, serî bo qumareke metirsîdar bitewîne.

Hiloşîna arteşa Îraqê di herêmên Sunîakincî ên vî welatî, û parvekirina tewaw ya wê, bi ser sê herêmên Sunî, Şîe û Kurd, xewna sergirtina hêla Şîe, ya li jêr deshilata weliyê Feqîh de, ji çavê deshilatdarên Tehranê verevandiye.

Rejîma Îranê di wan dawiyane de, bi zextxistina li ser Herêma Kurdistanê, daxwazkarê vê bûye ku hêza pêşmerge li şerê Şîe û Suniyan de beşdar be, û hewil bo parastina dewleta Malikî bide, û berjewendiyên zêdexwazane yên rejîmê cîbicî bike.

Lê helwesta hişyarane ya rêberên Herêma Kurdistanê li derheq bê alîtiya di vî şerî de, giringiya parastina deskevt û berjewendiyên neteweyî, û cihgirtina deshilatdariya neteweya kurd bi ser Herêmên ji nû ve rizgarkirî yên Kurdistanê, û herwisa pêdagiriya wan li ser mafê diyarîkirina çarenûsa neteweya Kurd, dijkiryarên dijminkarane yên rejîma Îranê li derheq helwesta rêberatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê, û mafê berheq ê neteweya Kurd li pey xwe hebû.

Her di vê rastayê de, û piştî ragehandina helwesta rêberiya Herêma Kurdistanê li derheq paşekêşenekirina pêşmerge ji herêmên ji nû ve rizgarkirî yên Kurdistanê, û birêvebirina rapirsiya serbixweyiya Kurdistanê di pêşerojê de, mohreyên hûr û gir ên rejîmê ji pêşnimêjê Îlamê ve bigre heya serokê hêza terorîstî ya Besîc, li kiryareke armancdarane û bi axavtineke tund, gef li herêma Kurdistanê xwarin.

Her di vê rastayê de, Husên Emîr Ebdullahiyan alîkarê Erebî û Afrîqayî yê Wezîrê Karê Derve yê Rejîmê, tevî ragehandina dijayetiya rejîmê li gel îhtimana serbixweyiya Kurdistanê got: “Rêberên zana ên Herêma Kurdî ya Îraqê, dilê otonimiyê nînin, û pêbend in bi yasaya bingehîn”.

Wî herwisa tevî îşarekirina bi axavtinên Binyamîn Natanyaho, serokwezîrê Îsraîlê derheq piştevaniya ji pêkanîna dewleta Kurdistanê got: “Hinek alî ku bas ji perçebûna Îraqê dikin, encamên wê nizanin”.

Hekî em van gefxwarinên dîplomatîk li rex fetwaya cîhadê ya Mekarimê Şîrazê merce’ê teqîlî yê rejîmê danên, wê demê em baştir dikarin tê bigihîjin ji berfirehî û kûrahiya hewlên hemû aliyane yên Komara Îslamiya Îranê, derheq tirsa ji dorandina yek ji herêmên cihê nifûza xwe.

Rejîma Îranê di destpêkê de, hêvîdar bû ku Amerîka ketiye nava şerekê li dijî neyarên Malikî. Lê piştî vê ku Amerîka her şêwe kiryareke leşkerî li dijî DAÎŞ girêdayî bi lihevkirina Malikî di gel tevgerên siyasî yên Kurd û Sunî û Şîe, bo pêkanîna dewleteke giştgîr da zanîn, Xamineyî bi ragehandina vê ku: “Em li dijî her cure destêwerdaneke Amerîkayê ne”, nîşan da ku ji niha şûnde, dib ew û hevalbendên wê, di herêmê de, dest bi kar bin, û li ser piştevaniya leşkeriya Amerîkayê hisabê nekin.

Bombebarana çend xalên Sunîakinciyan di nav xaka Îraqê de, ji aliyê balafirên rejîma Sûriyê ve, nîşaneyeke ji hemen kiryara seranên hikûmetên hevalbend ên Tehranê, bo guherîna Îraqê bi Sûriyeyek din in.

Rejîma Îranê serbarê dijberiya di gel hebûn û pêşkevtina hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi awayeî stratejîk jî li dijî berhevbûna Suniyn di pêkhateya deshilata Îraqê, û yan jî pêkanîna herêma xwebirêvebir ya Erebên Sunî ye, jiber ku nifûza vê girûpê di dewleta Îraqê de, û yan jî pêkanîna herêmekê bo wan, bi wateya valahiya li yekparçeyiya coxrafiyayî û hêla Şîe, ji Îranê heya Îraq û Sûriye û Lubnanê, û heya qeraxa behra Medîtrane dibe.

Lewra rejîm hewil dide bo razîkirina hikûmeta Kurdistanê, yan beşek ji tevgerên Kurd bo piştevaniya ji Malikî. Lê Kurdên Herêma Kurdistanê ku bi tundî ji Malikî bi taybetî derheq Kerkûkê, budce û xwedîtî û şandina derve ya petrolê ne razî ne, êdî amade nînin nirx ji bo mana Malikî û dewleta Îraqê bidin.

Di rewşekê de ku hinek ji raportan bas ji hizûra leşkeriya Îranê di raqê de, û heya kuştina hêzên rejîmê di Îraqê de dikin, doma vê hizûrê, bi tayetî ku heke di gel çiraya kesk ya Amerîkayê re berbirû bibe, wê bibe sedema bihêzbûna kêşe û nakokiyên mesebî û wê gellek Suniyan li her dereke cîhanê bikêşe nava şerê Îraqê de.

Herwis hêzeke zêdetir dide Şîeyên tundrew ên weke Muqteda Sedr û ên weke wî.
Herwisa pêkhateya leşkerî û siyasî ya pêşeroja Îraqê, zêdetir vê bi rejîma şerxwaz ya Îranê girêdayî bike, û ew zengeke metirsîdar ji bo pêşeroja Îraqê û herêmê û Amerîkayê ye.