Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran di refa herî dawîn a rêzbenda azadiya çapemeniyê de ye

14:13 - 2 Gulan 2015

Kurdistanmedia: Rewşa azadiya çapemeniyê di Îrana bin siya rejîma Îslamî li deh salên derbasbûyî de bi yek ji mezintirîn girtîgehan di cîhanê de hatiye pênase kirin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, Firîdom Haws di Amerîkayê de nûtirîn rapora xwe derheq rewşa çapemeniyê weşandiye û têde îşare bi rewşa pir xirab a azadiya çapemeniyê di Îranê de kiriye û li dawiya rîzbenda azadiya çapemeniyê di cîhanê de, Îranê pileya dehem standiye.

Azadiya çapemeniyê bas ji wê hindê dike ku Îranê pileya 191 di nava 199 welatên di rêzbendê de standiye ku bi yek ji xirabtirîn welat tê hejmartin.

Li gor wê raporê ku ji aliyê Cinîfêr Danhem, yek ji amadekarên raporê ve hate xwendin, Bilarûs, Kirîmê, Gîne Stuwayî, Erîterê, Îran, Kureya Bakûr, Sûriye, Turkmenistan û Ozbekistanê pileya “ xirabtirîn” li warê azadiya medenî, siyasî û mafên mirov di cîhanê de bidest xistine.
Rapora azadiya çapemeniyê di sala 2015’an de tekez dike ku li Îranê de çapemeniya azad tune û ger hebe jî, gelek bi zehmetî dikarin kart bikin.
Welatên Norwej, Swêd û Biljîk azadtirîn welatên cîhanê ne.
Berê jî di meha Rêbendanê de, rêxistina nşçegihanên bêsînor di raporekê de bas kiribû ku rewşa weşanan di Îranê de gelek xerab eû ragihand ku Îranê pieya 173 di nava 180 welatên cîhanê de bidest xistiye.
Firîdom Haws (Mala Azadiyê), nawendek medenî û serbixwe ya Amerîkayê ye ku lêkolîn û nirxandinê li ser demokrasî, azadiyên siyasî û medenî di cîhanê de dike. Nawenda han di sala 1941’an li bajarê Waşîngtonê de hatiye avakirin.