Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran di rêzbenda Navenda “Bazêl” di warê spîkirina dirav de hate derxistin

17:33 - 13 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Li rapora herî nû ya navenda Swîsî anku “Bazêl” di warê spîkirina dirav ji aliyê welatên cîhanê ve hatiye, ku bi sedema vê ku Îranê li gorî hewce zaniyarî tunebûn, li pilebendiya vê navendê de, hate vêdedan.

Navenda Bazêl ya Swîsî rapora xwe ya 7`ê li derheq rîska spîkirina dirav ji aliyê welatên cîhanê belav kir. Pêka vê raporê welatê Fenland pila yekemîn û Istonî, Lîtwanî, Niyozlend, Maqdûnî, Bulxaristan, Islonî û Swîdê, pila 2`yê heya pila 8`ê de cih girtine, ku bi qasî herî kêm spîkirina dirav kirine.

Ew rapor li ser bingeh û berçavgirtina 2 pîvanên berengarî li gel spîkirina dirav û dabînkirina malî ya têrorîsmê tê amadekirin. Ew 2 pîvan anku FATF bo welatan têne diyarîkirin, ku fesad û deshelata yasayî û şefafiyet jî tê berçavgirtin û bandora xwe heye.

Li vê pilebendiyê de li ser 129 welatan berhevdan hatiye kirin, û 10 welat ji wan Îran û Tacîkistan bi sedema kêmiya zaniyariyan li pilebendiya wê rapotê de hatine hezifkirin.

Li astê cîhanê da 77 welatan nekarîn bigehne vê armancê, ku ji aliyê vê navendê ve, bona berengarbûna digel spîkirina dirav hatiye diyarîkirin, anku nekarîne şertên “FATF” cîbicî bikin.