Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran dibe qerebûya 1.1 milyard dolarî ya xistina xwarê a balafira Ukraynê bike

12:56 - 8 Şibat 2020

Perêzerên Kanadayî, ji aliyê malbatên qurbaniyên ku di xistine xwarê a balafira Ukraynê de canê xwe ji dest dane, dosyeyekî bo qerebûkirina 1.1 milyard dolarê Amerîkî, dijî Îranê di dadgehên welatê Kanada yê de, wekirine.

Parêzerê binav û bang yê Kanadayî, “Mark Arnold”, ku berê jî digel bavê xwe, di dosyeke dine de ku destbiserdegirtina darayiya Îranê ku bi serketî gihandibû encamê, niha dixwaze dosya qerebûkirina can jidestdayî yên Kanadayî yên balafira Ukraynê, ber bi pêş ve bibe.

Roja Înê, 18`ê Rêbendanê, navê bingehîn yê kesê şikayetkirî, di Îranê de hatiye parastin ku malbata wî rastî gefên rejîma Îranê neyê, lê tawanbarên wê dosyê, rejîma Îranê, Elî Xamineyî û hejmarek ji berpirsên payebilind ên rejîmê yên wekî fermandeyê hêza Esmanî a Spaha Pasdaran a terorîst, Emîr Elî Hacîzade jî, di wî rêzbendê de ne.

Bi sedema gefên rejîma Îranê, şikayetkerê wê dosyayê, bi bernavê “Can Daw” yê endamê malbata “Cek Daw” hatiye nasandin.

Parêzerên kanadayî, di dadxwesta xwe de baskirine ku, xistine xwarê a balafira Ukraynê, kiryareke terorîstî û bizanebûne.

Mark Arnold, bas dike ku, bi derbasbûna dem, renge ew dosye aliyên zêdetir li xwe bigire.