
Serokê Saziya Bername û Bûdce ya rejîma Îranê ragihandiye ku êdî em nikarin di hember xwarin û dermanan de jî neftê bifiroşin.
Roja Şemî, 22ê Tebaxê, Serokê Saziya Bername û Bûdce ya rejîma Îranê, “Mihemed Baqir Nobext”, di hevpeyvîneke televîzyonî de ragihandiye ku: “Îran êdî nikare di hember xwarin û dermanan de jî, nefta xwe bifroşe” û tevî tekez kirin li ser cudatiya dorpêçên berê digel dorpênên niha yên li ser rejîma Îranê ragihand: “Çavkaniyên dahata dewlêtê kêm bûne û em dibe bona xercên xwe bernameyan darêjin”.
Piştî derketina Amerîka ji rêkaevtina navikî û zivirîna dorpêçan li ser rejîma Îranê, firotina nefta Îranê bi qasekî berçav daket û rejîma Îranê rastî pirsgirêkên micid yên kirina xwarin û dermanan hatiye.
Tevî ku dorpêçên aborî yên li ser rejîma Îranê, xwarin û dermanan li xwe nagirin, lê ti bank an dewletek amade nîne digel rejîma Îranê bazirganiya xwarin û dermanan bike.
Çend rojan berî niha Amerîka nefta rejîma Îranê ya ku bo “Vênêzoêla”yê re şandibû, zevt kir ku bi qasî 1 milyon û 600 hezar bermîl bû.