Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran: Emê ji îro paş ve meyandina Uraniyoma xwe ji sînorê 3.67 derbas bikin

12:42 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Berpirsên rejîma Îranê dane zanîn ku, ji îro paş ve, emê meyandina Uraniyoma xwe ji sînorê 3.67 derbas bikin.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Yekşemî 16`ê Pûşperê, piştî derbasbûna 60 rojan li ser moleta Îranê ku bidawî bû, tevî hemû hişdariyên Amerîka û Ewropayê, berpirsên Îranê di civîneke rojnamevanî de dane zanîn ku, asta meyandina uraniyoma xwe ji sînorê 3.67 derbas bikin.

Di vê civînê de, Ebas Îraqçî cihgerê wezîrê derve yê rejîma Îranê ragihand: Em ji Îro paş ve meyandina uraniyoma xwe ji sînorê 3.67 derbas dikin û asta tîrê a uraniyomê li gorî hevcehiyên me dibe.

Her di vê derheqê de, roja Duşemî 10`ê Pûşpera 1398`an, Wezîrê kar ê derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf gotibû: Îranê li gor bernameyên xwe, mehandina uranityûmê ji sînorê 300 KG derbas kiriye, û me berê jî dabûzanîn û bi eşkere gotibû ku emê çi bikin.

Mihemedcewad Zerîf di axavtinên xwe de daye zanîn ku, di nameya serkomarê Îranê de bi zelalî hatiye zanîn ku, hekî Ewropayî bi pêngavên baş bêne pêş emê jî wan çalakiyên xwe bidin sekînandin, lê hekî encam nedin, emê jî wê yasayê pinpê bikin.

Her di wê pêwendiyê de di heyama çend rojên borî de, serkomarê Amerîkayê “Dunal Tiramp” jî, li ser rûpela xwe ya twitirê nivîsîbû: “Îran hişdariyeke nû daye, Rûhanî dibêje ku hekî lihevkirineke nû neyê encamdan, herçend em bixwazin emê uraniyomê berhem bînin. Îran dibe agehdarê gefên xwe be, hêzên me dikarin bi awyakî bizavirin û bi corekê pêvebidin ku heya niha ti kesî wisa pêvenedabe.