Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran gefa herî mezine bo ser ewlehiya deverê

12:15 - 21 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê karûbarê derve ê Amerîkayê daye zanîn ku, rejîma Îranê gefeke mezine li ser ewlehiya deverê.

Wezîrê karûbarê derve ê Amerîkayê, Maîk Pompêo di civîna Şêvra Ewlehî de got: Rejîma Îranê gefa herî mezine bo ser aştî û tenahiya deverê.

Pompêo disan daxwaz kir ku bi givaş û astengiyên zêdetir li ser riya gefên rejîma Îranê di devera Rojhilata Navîn de, dibe pêşî jê bê girtin.

Pompêo got: Rejîma Îranê Mûşekan dide girûpên terorîstî ên girêdayî rejîmê li derveyê welat, û piştevaniya malî ji terorîstan re dike, û gefa ewlehiya welatan dixwe, û herwisa Mûşekên Balistîk jî, diceribîne.

Wezîrê derve ê Amerîkayê got: Mana rejîma Îranê, yanî mana terorê û netenahiya deverê.