
Kurdistanmedia: Îran di cîhanê de, metirsîtirîn cihe bo rojnamevanê jin û di pileya dawiyê de ye.
Riza Mu`înî berpirsê ofîsa Îranê di Saziya peyamnêrên bê sînor de, bi îşare kirin bi desteser û serkutkirina rojnamevan ji aliyê Îranê ve, daye zanîn ku, Îran berî yekek li pênc girtîgerhên mezin bo rojnamevana bû, lê niha mezintirîn girtîgehe bo peyamnêr û rojnamevanan.
Navbirî daxwaz ji payamnêrê Saziya Neteweyên yekbûyî di karûbarê mafê mirov de kir ku, bi micidî le pey wê meselê bikevin û bo agehdar bû li rewşa xirab a rojnamevanan pêngavan avêjin.
Hemû ew rojnamevana ne bi tohmetên wekî: “Bêrêzîkirin li pîroziyên Îsalam, çalakî li dijî ewlehiya netewî, piropagende li dijî nizam, tevlîhevkirina nezma giştî” hatine desteserkirin.
Ji bo wan rojnamevana ne cezayê giran hatiye pejirandin û dadgeha rejîmê jî, ji bo azadiya wan, pêşî ji danîna barimtê digrin.
Rejîma Îran pêwendî digel azadiya peyamnêrî û rojnamevanî li nav 180 dewletên cîhanê di pileya 170 de ye, lê derheq rojnamevanên jin di pileya dawî de ye.