Karnasekî warê wize yê girêdayî rejîma Îranê yê bi navê “Mehmûd Xaqanî” gotiye: “Bi sedema bikarhatina zêde ya gazê li navxweyê Îranê, Îran heta 10 salên din jî nikare firoşyarek mezin ê gazê be”.
Karnasê warê wize “Mehmûd Xaqanî” di hevpeyvîn digel Nûçegihaniya “ILNA” ya girêdayê rejîma Îranê gotiye: “Piraniya gaza Îranê di navxweyê Îranê de tê bikaranîn û yasayên bikaranîna baş û standard nehatine birêvebirin û niha jî me siyaseta mezin a wizeyê tinîne.”
Herwisa navbirî tevî îşarekirin bi danûsatndinên Bercamê gotiye: “Eger danûstandinên Bercamê negihîjine encamê û dorpêç berdewam bin danîna sermaye bi taybet li pîşeya nefta Îranê, paşerojek rohn tinabe.”
Nabirî diyarî kiriye ku rejîmê bazara ticareta gazê nîne û daye zanîn, “em hin caran gazê jî dikirin û di demsalên ku gaza me kêm dibe em neçar in şandina gazê bo welatên dinê qut bikin û bi vê sedema han em siza wê jî dikêşînin.”
Gotinên “Mehmûd Xaqanî” di halekê de ye ku Îran xwediyê mezintirîn meydanên gazê di cîhanê de ye û zêdetir ji 33.4 tirîliyon metra 3cî gaz heye, lê ji bo berjewendiyên Rûsiyê ji meydanên gazê yên li deriyaya Xezerê dest berdaye û li kendavê jî şiyana derxistina gazê bi qasê hewce nîne.