Di encama lêkolînên nû yên şirketa ewlehiya saybêrî ya Îsraîlê derketiye ku rejîma Îslamî ya Îranê bi mifahwergirtin ji şêwazên pêşketî yên saybirî, dijber û kêmîneyên xwe çendîn sal e xistiye bin çavedêriya xwe û zaniyariyan ji wan didize.
Ew lêkolînane didine xuya ku navendên Îtilaatî yên rejîma Îranê ji rêya hekkirina saybirî karîne zaniyariyên nava mobayil û kampiyûterên xelkê Îranê li navxwe û derve û aliyê kêm ji 12 welatan de û bi taybet yên ku bi xwe destnîşan kirine, bidize.
Şirketa “Çêk Poyint” ew lêkolînane bi hevkariya girûpa lêkolînî ya “Sifbirîç”ê encam daye.
Wê şirketê eşkere kiriye ku rejîma Îranê bo vê ku bikare bikarhênerên xwe bixe nava telkên sîxurî, hêdî hêdî şêwaz aloztir kiriye û bi bikaranîna teknîkên nû hewil dide bigehe bi armancên xwe.
Rejîma Îranê ji rêya nermeamêrên xirap, wêblag, nûçegihan, belavkerên gotarên Telegramî û dabezandina lînkan bo bidestveanîna zaniyariyan mifahê werdigire.
Şirketa “Çêk Poyint” bas ji wê yekê kiriye, ku dijberên Îranê yek ji wan Kurd in ku di çend welatên dinê de bûne qurbaniya bêagehiya saybirî ya rêjîma Îranê.
“Yanyo Balmaz” Berpirsê Beşa Lêkolîna Saybêrî a şirketa “Çêk Poyint” gotiye, ku belge didine xuya rejîma Îranê sermayeguzariyeke zêde bo geşedana operasiyonên xwe yên saybêrî terxan kiriye.