Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran ji warê sansora ragihandinê ve, 7`emîn welate

12:31 - 11 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Pêka rapora salane ya Komîteya Parêzgarîkirin li rojnamevanan, di navbera deh welatên sansorçî de, Îran di asta 7`emîn de ye.

Roja Sêşemî 19`ê Xermanan, Komîteya Parêzgarîkirin li rojnamevan, di rapreke nû de ji warê sansora mediyayên cîhanî de, rêzbendiyek belvkiriye ku 10 welat xirabtirîn û zêdetirîn astengiyan bo mediyakaran çê dikin.

Pêka wê raporê, welatê “Îrîtirê” ji warê sensora mediyayî ve, ku ji aliyê hikûmeta wî welatî ve tê encamdan, di pileya yekim de cih girtiye, û li pey wî welatên jî, “Koreya bakûr û Turkemenistan” di pileya duhem û sêhem a wan rêzbendane de cih girtine.

Erebistana Si`ûdî, Çîn, Vîyetnam, Îran, Gîney, Ustwayî, Bilarûs û Kuba li pileyên wê rêzbendê de cih girtine.

Komîteya Parêzgarîkirin li rojnamevanan, di rapora xwe de ew deh welatene tawanbar kirine ku azadiya rojnamevanan bin pê dikin û bi wê sedemê jî wan desteser dikin û dixine girtîgehan de. Herwisa mediyakar kirine bi berdevkên xwe û peyamnêrên serbixwe jî, li welatên xwe dûr xistine.