
Di Îranê de her roj çendîn kadrên dermanî bi vîrûsa Koronayê dikevin û her bi wê sedemê jî, Îran di nav welatên cîhanê de li pileya 3emîn de ye.
Roja Yekşemî, 23ê Tebaxê, berpirsê “Sitada Berevanî li hember Koronayê li bajarê Tehranê, “Elîriza Zalî” ragihand: “Amarên berhevdanî didin xuya ku Îran piştî Amerîka û Rûsiyê, 3emîn welat di cîhanê de ye ku bilintirîn hejmara tûşbûna kadrên dermanî bi vîrûsa Koronayê heye.
Herwisa navbirî got: “Mandîbûna kadrên dermanî di hember vîrûsa Koronayê de wisa dike ku ew di hember xweparastina vîrûsa Koronayê de lawaz bin û nekarin xwe bi başî biparêzin û qasa tûşbûna wan pêka menca yekem a Koronayê zêdetir bûye”.
Pêka amarên ku Zanîngeha Pizîşkî ya bajarê Tehranê belav kiribû, tenê di bajarê Tehranê de zêdetir ji 4400 kadrên dermanî bi vîrûsa Koronayê ketine, û herwisa Elî Fetahî Cihgirê Întizamî yê Saziya Nîzama Pizîşkî li derheq wê amarê de gotibû, ku di tev Îranê de, 6 hezar kadrên dermanî bi Koronayê ketine.