Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran li hemeberî gefa hişiksaliya tewaw de ye

20:05 - 29 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Li gorî texmînên cîhanî, Îran yek ji deverên rojavayî ên Rojhilta Navîn e, ku heya sala 2025`an bi tewahî wê hişik be.

Berê jî Îsa Kelanterî, berpirsê giştî yê Jîngehparêziya Îranê hişdarî dabû ku, %70 ji pirsgirêkên welatê Îranê av e.

Herwisa Kelanterî di 30 Rezbera sala 1396`an de, di meclisa rejîmê de jî, derheq şirovekirina  kirîza avê de gotibû ku, welatê Îranê di warê  jinavbirina ax, jinavbirina hecma pilasmaya jinîtîkî û mijarên jinîtîkî û ajelan, jinavbirina giya û hederdana enirjiyê, pila yekê di cîhanê de heye, û herwisa daye xuykirin ku, Îran %110 ji ava xwe bi kar tîne. Herwisa derheq rastiyên  welat de  gotibû ku, me bela aniye serê ava Îranê.

Berê jî karnasên Saziya NY  hişdarî dabûn ku, jîngeh di welatên ku di pêşkevtinê de ne, dibe goriyê bernameyên berfireh yên pêşkevtina van welatan.

Eva di demekê de ye ku, Yekîtiya Ewropayê, dixwaze yasya qedexekirina bikaranîna çar cureyên pilastîkan di welatên endamê wê yekîtiyê bide pesendkirin, çimkû ev pilastîkane di jîngehê  de ji nav naçin, û dibne sedema pîsbûna jîngehê bo heyamên demdirêj.