Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran li pileya 174 ya rêzbendiya azadiya çapemeniyê de ye

12:56 - 4 Gulan 2021

Li rêzbendiya azadiya çapemenî li sala 2020an li cîhanê, rejîma Îranê li nav 180 welatan de pileya 174an heye û li sala 2019 de jî pileya 173 hebû.

Hevdem digel roja cîhaniya çapemenî, li rêzbendiya nû ya azadiya çapemenî li cîhanê de, rejîma Îranê li pileya 174ê de ye ku li sala derbasbûyî de li pileya 173an de bû; Rejîma Îranê yek ji wan welatan e ku zêdrtirin asta givaş, serkut û binçavkirina ragihandinan û yek ji mezintirîn gef û astengên li ser çapemeniyê ye.

Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê, “Josep Borrell” hevdem digel roja cihaniya “Azadiya Çapemenî”, tevî îşarekirin bi vê yekê ku azadiya çapemenî li cîhanê de rastî mezintirîn gefan hatiye û bandora malî û siyasî li ser rojnamevanan zêdetir bûye tekezî kir ku, Yekîtiya Ewropayê bona berevanî ji azadiya çapemeniyan bi rêkarên nû amadeyê berevanîkirinê ye.

Li daxuyaniya “Josep Borrell” de, hatiye ku pêka amarên çavedêrê “UNESCO”ê ji destpêka sala 2020an de heta niha 76 rojnamevan li seranserê cîhanê de hatine kuştin û hejmareke zêde ji kesên ku di wî warî de çalakiyan dikin, hatine girtin û rastî îşkencan an gef xwarinê hatine.

Pêka rêzbendiya cîhanî ya azadiya çapemeniyan ku 180 welatên cîhanê li xwe digre, rojnamevanî li 73 welatan de bi awayekî dijwar têk çûye û li 53 welatan de rastî tengasiyan hatiye û rejîma Îranê jî pileya 174an heye.