Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran li warê kontrolkirina Koronayê di cîhanê de pileya 95 heye

12:09 - 29 Kanûna Paşîn 2021

Damezraveya “Australia” ya bi navê “Lowey” navê baştirîn û xirabtirîn welatên cîhanê di warê kontrolkirina Koronayê de belav kiriye.

Wê damezravê ragihandiye, welatên “New Zealand, Vietnam, Taiwan, Thailand” baştirîn birêveberî derheq kotorolkirina Koranyê hebûne.

“New Zealand” bi 25 canjidestdayî û 2 hezar û 295 tûşbî baştirîn pile heye.

Herwisa wê damezravê welatên wek “Brazil, Mexico, Colombia, Iran, America” wekî xirabtirîn welat di warê kontrolkirina Koronayê de dane nasandin ku zêdetirîn hejmara canjidestdayan hene.

Îran di navbera 99 welatan de pileya 95 heye.

Wê damezravê ragihandiye aboriya pêşketî û sîstema siyasî di welatên de nikarin rola sereke di kotrolkirina Koronayê de hebe, belkî ew welatên ku heşîmeta wan kêmtir e karîne bi başî Koronayê kotorol bikin.