Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran: “Me li Doheyê digel Amerîkayê li ser sê mijaran rêkkevtin nekir”

11:42 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2022

Serokê Komîsiyona Ewlehiya Netewî ya Meclîsa rejîma Îranê “Cewad Murşêdî” bi îşarekirin bi şikesta danûstandina hefteya borî ya di navbera Amerîka û Îranê li Doheya Qeterê, got ku em digel Amerîkayê li ser sê mijaran negihane bi rêkkevtinê û ew mijarane her nehatine çareserkirin.

Roja Şemî 11ê Pûşpera 1401an, Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa rejîma Îranê, di hevpeyvînekê de digel malpera “Xeberê Online” ragehand ku, Îran dixwaze garantiyê werbigire ku piştî dewleta niha ya Amerîkayê vegere ser rêkevtina navikî, Waşîngton dîsa wek dema “Donald Trump” Serokê berê yê Amerîkayê ji Bercamê neyê derê.”

Hefteya derbasbûyî “Rîçard Mîliz” Cihgirê Nûnerê Amerîka di kombûna Şêwreya Netewî de li derheq şikesta danûstandina wê dawiyê li Doheyê gotibû, “rejîma Îranê niha jî hin mijarên li derveyê Bercamê tîne ber bas û heta niha ti gavên bi lez ji bo bi dawîkirina rêkevtinê nehatine avêtin.”

Mijara sêyem ku bi gotina Serokê Komîsiyona Ewlehiya Netewî ya rejîma Îranê di gotûbêjên digel aliyên danûstandinên vejandina Bernameyê de nehatine çareserkirin, garantiyên pêwendîdar bi girtina dosyeya Îranê li Ajansa Navneteweyî ya Wizeya Navikî ye.

Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navikî ji rejîma Îranê bersivên diyar û zelal derheq egera dîtina şopa hûrên Uranyomê li sê navendên navikî yên neragihandî yên Îranê dixwaze. Îran îdia dike ku di vê derheqê de çendîn meh e ku bersiv daye û divê gotûbêja vê mijarê ya li Ajansê bi dawî bibe.