
Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve yê Erebistanê di civînekê de got: Rejîma Îranê mezintirîn gefe li ser dewletên Erebî.
Li gorî rapora Nûçegihaniya “Reuters”yê, roja Înê 9`ê Xakelêweya 1398`an(29`ê Adara 2019`an), “Îbrahîm Esaf” Wezîrê Karê Derve yê Erebistanê, di civîna wezîrên karûbarên derve yên welatên endam di Yekîtiya Erebî de, got: Rejîma Îranê ji aliyê milîşên xwe midaxileyên eşkere di karûbarên welatên Erebî de dike, û kiryarên ku Spaha Pasdaran li Sûriye, Îraq, Lubnan û Yemen encam dide, yek ji metirsîdartirîn kiryarên terorîstî û tûndrew tê hesbandin.
Herwisa navbirî daxwaza hevahengîkirina di navbera welatên Erebî li hemberî gefên rejîma Îranê kir û got: Rejîma Îranê mûşek û rakêtan radestî girûpa çekdar a Husiyên terorîst yên Yemen dike da ku, bi wan mûşekan bajarên Erebî bikine armancên xwe.
Her di vê pêwendiyê de jî,Roja Înê 24`ê Reşemehê(15`ê Adara 2019`an), “Mike Pompeo” di civînekê de ragehand ku, li wir mafê mirov tê binpê kirin, hekî hûn derheq mafê mirov de nîgeranin, hewceye li Hevalbendiya bi birêveberiya Erebistanê, piştewanî bikin ku, li dijî girûpa Husiyên terorîstî li Yemenê şer dike, û hekî hûn nîgeranê canê hevwelatiyên Amerîka û welatên din in, em îzin nadin da ku, rejîma terorîstî ya Îranê, bi dana çekan piştevaniya girûpa terorîstî a Husiyên Yemenê bike û “Riyadh” bike armanca xwe.